Kirdoxlî
Ji Wîkîpediya
Kirdoxlî (tr:Türkoglu) yek ji navçeyên Gurgumê ye. Bi qasî 160 berê wekî gundekî Kurdan avabûye. Di sala 1960 de bûye navçe û serokwezîrê Tirk ê ku hate îdamkirin Adnan Menderes navê Êloxlî qedexekir û navê Türkoglu pêve danî. Navê Êloxlî ji di dema Îsmet Înönü de hatibû danîn û navê wê yî berê Kurdoxlî/Kirdoxlî hatibû qedexekirin. 22km dûrî bajarê Gurgumê ye. Firehiya erdê navçeyê 705km², bilindahî ji rûyê avê 500m ye. Gorî hejmartinên sala 2000 hejmara navendê 11.918 û bi giştî jî 61.396 e. Gelên herêmê pirranî Kurd in û mixabin di bin pêkutî û pişavtineke mezin de dijîn.