Wêranşar, Meletî
Ji Wîkîpediya
Wêranşar (tr: Doganşehîr) navçeyeke Meletî ye.
Navê Wêranşar (navê di dema Împaratoriya Rom de Zibetra), ji ber rûxandinan tê. Lewra, gelek caran bajêr hatiye rûxandin û talankirin. Di sala 1946´ê de dûgela Tirk Weranşar kiriye navçe û navê "Doganşehîr" pê ve kirine. Herêm heya avakirina Komara Tirk herdem di bin desthilatdariya Mîrên Besnî de bûye. Niştecihên herêmê bi pirranî Kurdên Qersê ne ku ji ber şerê Osmanî - Ûris reviyane. Bilindahî ji deryayê 1252 m ye. 6 nehiye û 29 gundên navçeyê hene. Aborî li ser xwedîkirina sewalan û çandiniyê ye.
b.z. 66 heya 395 desthilatdariya Rom. Bîzansî 395 - 656, 656 - 738 Emewî desthilatî kirine. Herêm ji sala 1315´ê heya dagirkirina Osmaniyan tûşî gelek êrîşan bûye. Memlûkî, seferên Mongoliyan, Tîmûrleng hwd. Lê herdem di bin desthilatdariya Mîrên Kurdan ê Besniyê de bûye. Mixabin politîkaya dûgela Tirk a pişavtinê ziyaneke mezin daye herêmê.