Mûawiye I

Ji Wîkîpediya

Mûawiye I (erebî: معاوية بن أبي سفيان, Mûawiye îbn Ebû Sufyan), (603 li Mekke; 18'ê adarê 680 li Şam) xelîfeyî Ûmeyyeyan herî pêşin (661-680) û demezrênere wê xanêdanitîye bû.

[biguherîne] Parzgêritîya Sûrî(639-661)

Mûawiye îbn Ebû Sufyan di 603an de wek endamekî Ûmeyyeyan li Mekke hatiye dinê. Bavê xwe Ebû Sufyan demên pêşin yek pêşengê hemberên Mihemed pexember bû, lê ji pê re derbaza misilmanîye bû. Mûawiye jî ji pê 630an de derbaza misilmanîye bû re, bû yek peyayên girîngên Mihemed pexember. Ew yek ji endamên artêşê Sûrî di 639an de dagir kirî bû û ji alîya Xelîfeye wê demê Ûmar al-Xattab wek parezgêrê wir da zanîn. Li wir wî bi Bîzansê re têkoşîn kir û di 663an de xakên hundurên Anatoliya heta nêzî Stenbol dagir kirin.

Ji pe xelîfe Osman îbn Effan 656an de hat kuştin re Hz. Elî derbaza xelifetîye bû, lê Mûawiye got ku heta ku kujterê Osman nedîtin ez Hz. Elî wek Xelîfe nasnekim. Ew pêk anî jî wan serîlêdana kîzir. Di wê bûyerê de jî kîzirê Hz. Elî destê Mûawîye zexm kir. Pişt Hz. Elî hat kuştin re (661) wî xwe wek xelîfe da zanîn.

[biguherîne] Xelifetîya Mûawîye (661-680)

Mûawîye derbaza xelifetîye bû şunda şuna xanêdana Ûmeyye di kargerê de zexm kir û lawê Elî Hasan îbn Elî ji xelifetîye waz hat. Wî paytext ji Medîne de bira Şam e. Di dema Mûawîye de xelifetî hat çerxa mîratîye kirin û xelîfetî derbaza lawên xelîfeyî dawî dibû. Herweha kênge di 669an Mûawîye mir Yezid I derbaza şuna wî bû.

Di dema Mûawîye de Belavbûna Îslam dewam kir. Di dema wî de Ûqbe îbn Nafî Îslam bira Maxrêb û dagir kirina Îranê jî dewam kir. Dîsa di dema Mûawîye de Konstantinopolis di (668-669 û (674-678) ande du caran hat dagir kirin, lê ew herdu jî bê serkeftî dawî bûn.

Mûawiye di 18'ê adarê 680an de li Şamê mir.