Zazakî
Ji Wîkîpediya
Zazakî, Dimilî, Kirdkî, Ginî yan jî Kirmanckî yek ji zarawên kurdî li Bakurê Kurdistanê nîne, zimaneki ser bi xwe ye (Ev tez ji aliyê pirraniya axaftvanên vî zimanî bi xwe ve jî nehatiye qebûlkirin û tê nîqaşkirin. Di warê zanistî de jî nêzîkbûnên cihê hene. Mirov dikare bi pîvanên xwerû zimanzanî nêzîk bibe, an jî li gor pîvanên civakî û zimanzanî bi hev re. Kesên ku zimên ji civakê bi tevahî îzole dikin mêyla wan ew e Zazakî weke zimanekî serbixwe nîşan bidin. Kesên ku zimên weke endakî zînde yê civakî dinirxînin, mêylan wan ew e ku divê civaka axaftvanên vî zimanî xwe çawa bi nav dike, nasnameya wê û zimanê wê jî weha be). Bajarên ku li wan zazakî tê axaftin Dêrsîm, Sîverek, Elezîz, Erzingan, Çewlik, Aqseray, Varto, Xunis û Amed in. Li derdora 3-4 milyon kesên ku xwe wek Zaza, Dimilî yan jî Kirmanc dibînin, hene.
Zazakî, zimanê îranîya bakûrê rojawanî ye. Gora Lecoq û Gippertî Zazaki bi Belûçî, Goranî û Sengserî dikeve binkoma zimanên "Hyrkan"î (Gurgan); Kurdî jî bi Sîwendî dikeve binkoma "Karman"î. Ziman û zaravekên Xezerî li bakûrê İrên di mintiqa zerya Xezerî de, wekî Talişî, Mazenderanî, Simnanî,Tatî (Herzendî), Gîlekî ûyd. nêzik e. Ji ber vê nêzikbûnê û gora tarîxzên Wladîmîr Mînorsky, zaza ji herêma Deylemê (Dîlaman) di sedsala 9. an jî 10. hatine welatê xweyê îroyî rojhilatê Anadoliyê. Navkirina zazayan "dimilî" jî ûsa bawer dibe ku ji "Deylem" tê. Ji aliya Ermeniyan Zaza "Dılmîk" jî tên navkirin.
Ji aliya tarîxê zimên zazakî zêdetirîn bi zimanê Partî nêzikî nişan dide. Yanê, zazakiya wî demê Partiyê ra pirr nêzik bûye, labelê Partîya ku hat nivisandin, bi xwe nebûye. Lo halê îro jî zazakî ji hêla gramer û peyvan, misal sazkirina demê nihayîn û gelek jî guharina dengên îraniyên kevn xwe kefş dike.
Kesên zazakîaxêv zimanê xwe bi hin navên cuda jî binavdikin. Li herêma Qoçgîrî û Sêwasê mirov ji zimanê xwe re dibêjin Dimilkî an jî Zazakî, ji xwe ra jî dibêjin Zaza an jî Ma= "em". Li herêma Dêrsîmê ji xwe re dibêjin Kirmanc û ji zimanê xwe re jî Kirmanckî. Li herêma Çewlîkê Kird û Zaza û ji zimanê xwe re zêdetir Zazakî an jî Kirdkî, li herêma Sêwêrekê ji zimanê xwe re dibêjin Dimilî. Li Herêma Xunis, Varto, Çewlîk jî gelê widerê ji xwe ra dibêje Şarê Ma 'gelê me', zimanê xwe ra jî dibêje Zonê Ma 'zimanê me'. Zaza yan Zazakî binavkirineke zêdetirîn e. Ango kesên ku zazakî diaxivin, zêdetir xwe bi vî navî binavdikin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Cihê Zazakî nav zimanan
Ser cihê Zazakî nav zimanan du nêrîn hene. Piraniya zimanzanan dibêje ku zazakî yek ji zimanên îranî ye. Berî sed salê Îranistê Elman Oskar Mannî îsbat kiriye ku Zazakî, mîna Goranî, zimanekî serxwe ye û ne zaraveki Kurdî ye. Ji ber vê yekê heta îro jî li îlmê zimanan û İranololojîyê Zazaki êdî zimanek qebûl dibe. Çi heye ku, li siyasetê Tirkiya û Kurdistanê Zazakî ji aliya welatparêzan wekî zaravekî Kurdî tê hesibandin. Labelê heta niha keseki isbat nekiriye ku Zazakî çima zaravek e.
Heta niha ji Osman Mann û Karl Hadanki xeyr, di sala 1985 ji Universita Michiganê (USA) Terry Lynn Todd "A Grammar of Dimli (Also known as Zaza)", Dr. Ludwig Paul ji Universita Giessenê (Eleman; niha li Universita Hamburgê ye) û Dr. Zülfü Selcanî ji Universita Berlînê ser zazakî kitêb der anîne. Hinek zimanzanên mîna kurdolog Prof. Dr. D. MacKenzie ji Universita Giessenê, uzmanê zimanên Hind-Ewropa Prof. Dr. Jost Gippert ji Universita Frankfurtê jî li ser zazakî meqale nivisandine û lêkolîn jî çê kirine.
Her wiha, li gorî gelek kurdan zazakî yek ji zaravên zimanê kurdî ye.
Li sala 2004 Frankfurt de Enstitûya Zazakî hat çêkirin.
[biguherîne] Devok
[biguherîne] Kirmanckî an zazakiya bakur
Li herêma Dêrsîmê ji xwe re dibêjin Kirmanc û ji zimanê xwe re jî Kirmanckî. Li Qoçgiri û Varto (Gimgim) gel peyva Kirmancî nîne kar, xwe ra dibêjin "Şarê ma, Elewi" an ji "Zaza". Jê re zazakiya bakur jî tê gotin.
[biguherîne] Kirdkî an zazakiya navîn
Kesên zazakîaxêv ên herêma Çewlîkê û Elezizê ji xwe re dibêjin "Zaza" û ji zimanê xwe re jî Zazakî. Wekî zazakiya navîn jî tê binavkirin.
[biguherîne] Dimilî an zazakiya başûr
Li herêma Sêwêrekê kesên zazakîaxêv ji zimanê xwe re dibêjin Dimilî an jî Zaza. Wekî zazakiya başûr jî tê binavkirin.
Binêre jî:
[biguherîne] Lînkên derve
Kirmanckî (zazakî) û edebîyata wê, Roşan Lezgîn, Nûbihar, Hejmar 100